Şewqdana Jinên Kurd li ser Feminîzm(ên)a Şoreşger û Piştgirîya li MENAyê (Kurdish)

السيرة: 

إليف غنك طالبة دكتوراه في السياسة في المدرسة الجديدة للبحوث الاجتماعية وأستاذة مساعد في كلية ماريماونت للسياسة في الشرق الأوسط في مدينة نيويورك. كما أنها تدرس الفكر السياسي الغربي والثورة في جامعة سانت جون. وهي أيضًا ناشطة في الحركة الاجتماعية للنّساء الكرديات في كندا والولايات المتحدة الأمريكية. عملت عن كثب لسنوات مع الشتات الكردي، وقد أجرت مؤخرًا أبحاثًا حول التاريخ الشفهي والتجارب المعيشية للاجئين/ات الأكراد في تورنتو مع التركيز بشكل خاص على العنف الماضي والصدمات النفسية للنساء في المجتمع. تركز اهتماماتها البحثية الحالية على حرب العصابات النسائية في الحركة الاجتماعية الكردية والدور الذي يلعبه العنف في النضال المسلح المعاصر وفي إحداث تغيير اجتماعي وسياسي خاصة في مناطق الحكم الذاتي التي تم الإعلان عنها مؤخرًا في كردستان في تركيا وسوريا - وتحديداً الدور الذي تلعبه النساء في هذه الحركات المسلحة ضد المركزية البحتة للدولة والدكتاتورية.

غولاي كيليكاسلان مرشحة لدرجة الدكتوراه في قسم علم الاجتماع بجامعة يورك (تورنتو). وهي أيضًا زميلة دكتوراه في مختبر المواطنة العالمية الرقمية في الجامعة نفسها. أجرت العديد من المشاريع ونشرت العديد من التقارير والكتب بالتعاون مع شبكات عدالة المهاجرين واللاجئين والمنظمات الشعبية في الشرق الأوسط وكندا. ظهرت كتاباتها عن المهاجرين القسريين الأكراد والقضية الكردية في كتب أكاديمية. تم نشر أحدث أعمالها عن التفاعل بين المهاجرين الأكراد السوريين والأكراد النازحين داخلياً في إسطنبول تحت "آفاق جديدة" في مجلة تركيا. عنوان البريد الإلكتروني لجولاي هو gulayk@yorku.ca

بيريفان كوتلاي ساريكايا هي مرشّحة دكتوراه في معهد أونتاريو للدراسات في التعليم من جامعة تورنتو في تعليم الكبار وتنمية المجتمع. تدرس في رسالة الدكتوراه النوع الاجتماعي وعنف الدولة والسجن والذاكرة والصدمات والمقاومة بين النساء الأكراد. تعمل حاليًا على تجارب السجينات السياسيات الكرديات في سجن ديار بكر العسكري، ومساهمتهنّ في بناء الحركة النسوية الكردية الحالية في تركيا، وتشريدهنّ في نهاية المطاف في أوروبا وأمريكا الشمالية. حصلت بيريفان على درجة الماجستير من قسم العمل الاجتماعي وإدارة النزاعات بين الثقافات بجامعة العلوم التطبيقية أليس سالومون في برلين. وهي ناشطة حقوقية كردية ومستشارة سابقة مع المنظمات الوطنية والدولية، بما في ذلك مفوضية الأمم المتحدة لشؤون اللاجئين، والمنظمة الدولية للهجرة، ومركز هلسنكي للمواطنة، ومركز إعادة تأهيل التعذيب في تركيا وألمانيا.

اقتباس: 
إليف غنك، غولاي كيليكاسلان، بيريفان كوتلاي ساريكايا. "Şewqdana Jinên Kurd li ser Feminîzm(ên)a Şoreşger û Piştgirîya li MENAyê (Kurdish)". كحل: مجلّة لأبحاث الجسد والجندر مجلّد 5 عدد 3 (05 مارس 2020): ص. -. (تمّ الاطلاع عليه أخيرا في تاريخ 20 يناير 2021). متوفّر على: https://kohljournal.press/ar/node/220.
مشاركة: 

انسخ\ي والصق\ي الرابط اللكتروني ادناه:

انسخ\ي والصق\ي شفرة التضمين ادناه:

Copy and paste this code to your website.

ticking time

Carla Chidiac

Di dawîn Hevdîtina Salane ya MESAyê (Komeleya Lêkolînên Rojhilata Navîn/Middle East Studies Association) de ku ji Rojhilata Navîn gelekî dûr, li New Orleansê pêk hat, komeke akademisyenên feminîst hevdîtineke bi navê “Gotûbêjên Feminîst ên li ser Serhildanên Niha yên li Rojhilata Navîn”1 bi rêk xistin. Li gor rêkxeran, nîyeta vê civînê ew bû ku rê vekin li ber “gotûbêjeke feminîst a bi nezaket, ne fermî, nerm û vekirî li ser serhildanên niha yên li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur (Middle East and North Africa-MENA). Her kes vexwendî ye! Em hêvîdar in ku bikaribin di vê serdema krîtîk de bi hev re parve bikin, hîn bibin, bifikirin û bi hev re bin.” Wek feminîstên Kurd ên çalakger-akademisyen û ji ber navendîbûna şoreşan di têkoşîna me de, em ketin nav heyecana beşdarbûna vê gotûbêja jidil û pir girîng, ku ji alîyê feminîstên şoreşger dihat birêkxistin. Me hêvî dikir tevkarîya nîqaşê bikin bi rêya fikirîna li ser berxwedana jinên Kurd a li dijî dagirkerîya dawî ya kolonyal a Tirkîyeyê ya li Rojava/Sûrîyeya Rojhilata Bakur. Dema mirov xwezaya subjektivîteyên ku ji alîyê kolonyalîzm û neteweperwerîyê hatine sazkirin li ber çav digre, ligel hemû îhtirazên pir naskirî yên jineke Kurd a akademisyen ên derbarê feminîzma li MENAyê, me biryar da beşdarî hemûyan bibin. Wek jinên Kurd ên di bin desthilatdarîya kolonyal a Tirkîyeyê de li ber rehma gotara neteweperwer, ku em wek “paşverû, feodal, kevneşop û/an terorîst” bi nav dikir -pratîkeke berbelav bû di salên 1990î de-, me li gor tecrubeyên xwe, nemaze yên derheqê feminîzma Tirk de îhtirazên xwe dîyar kirin. 

Berîya ku em bi kûrahî têkevin nav tecrubeya hevdîtina me ya MESAyê, ji bo me pir girîng e ku em qadên taybet ên kombûnên akademîk ên li Bakurê Global binxêz bikin û wek akademisyen û xwendekarên lîsansa bilind pozisyonên xwe yên biîmtîyaz qebûl bikin dema em di kombûnên wiha de ji “cîyên xwe yî rihet” derheqê şoreşê de dipeyivin. Lê, qebûlkirina vê jî pir girîng e ku subjektîvîteyên me bi xwe jî ji şideta zayenda civakî ya Tirkîyeya kolonyal ne azade ye. Em hemû, niha bi vî an wî awayî li sirgunê ne û ji ber vê nikarin beşdarî pratîka şoreşger a li welatê me yî hatîye dizîn/kolonîzekirî bibin.

Dema em gihiştin, jinên li odeyê tezahuratên şoreşgerîyê yên bi Erebî, ku di şoreşa Lubnanê de peyda bûbûn, digotin. Em jî ketin nav heyecan û hestên erênî yên feminîstên ku yekser ji protestoyên li herêma MENAyê ber bi konferansê ve herikîbûn. Her ku gotûbêj bi pêş ve diçû, me didît gotara feminîstên wir, ku xuya ye alîgira feminîzma erebî û nexasim ya serhildana dawîtirîn a Lubnanî bû, di ser feminîzmên din ên herêmê re dihat girtin. Me hest kir ku li MENAyê nîqaşeke derheqê feminizmê de wê helbet sûd bigre ji feminîzma Kurdî ya şoreşger û em ê jî bikaribin ji xwehên xwe yên MENAyê li têkoşîna wan guhdar bikin û ji wan hîn bibin.

Sernavê nîqaşê dida xuyakirin ku ew der hemû awayên feminîzmê yên li MENAyê dihewîne. Ligel nîyetên pak ên rêkxeran, pir zelal bû ku ew der di navbera feminîzma Ereb û ne-Ereb de, nexasim di awayên curbecur ên li Lubnan, Iraq, Misir û Sûdanê, ji nû ve têkilîyeke hîyerarşîk hildiberîne. Ji me çend kesan hewl dan beşdarî gotûbêjê bibin û balê bikşînin ser arîşeyên nîqaşê yên derbarê neteweperwerîya Erebî, kolonyalîzm, berxwedanê û her wiha fikra wan a derbarê şoreşê de û bêdengkirina tevgera jinên Kurd. Me hest kir ku rexneyên me yên derbarê neteweperwerî û kolonyalîzma Erebî, ku nizilî bû wir, di gotûbêja wan a feminîst de li ser nehat sekinandin. Hîyerarşîya navbera Ereb û ne-Ereban ne mehsûsî MESAyê ye; di kombûnên li MENAyê de jî her tim tê dubarekirin. Loma ev nivîs midaxeleyek e ku arîşeyên binyadî û sîstematîk ku him di hilberîna zanînê de him di çalakîyên hevpar ên neteweborî yên derbarê tevgerên feminîst ên şoreşger ên li MENAyê rû bi rû dimînin, bîne rojevê. Tecrubeya me ya taybet û pozisyona me sê arîşeyên bingehîn derdixîne meydanê: demkîbûn (temporality), neteweperwerî û kolonyalîzm. Ev mefhûm di nav gotara derbarê tevgerên şoreşger ên li herêmê dikare bên dîtin û loma em di wê bawerîyê de ne ku lazim e bi riwangeya tevgera jinên Kurd bên analîzkirin.

Li MENAyê dema li ser serhildan an çalakîyên kolektîv nîqaş çêdibû, wek kombûna feminîst a li jor qalkirî, piranîya civatên akademisyen-çalakger di wê meylê de ne ku qala demkîbûna serhildan an çalakîyên kolektîv bikin. Ev dînamîk, derbarê çalakîya şoreşger de, wek lehzeyên epîzodîk, dem-kurt û derdîrokî bin, rê li ber fehmeke biqisûr vedike. Jê wêdetir, ev fehm pêkhateyên bingehîn ên tevgerên feminîst ên şoreşger ji têkilîyên civakî yên li MENAyê yên girêdayî neteweperwerîya bavsalar, kolonyalîzm û împeryalîzmê qut dike, wan li derveyî dîrokê dihêle û bi vî awayî piştguh dike. Bi saya tecrubeyên şoreşger ên hatine jîyîn û aktorbûna jinan a di tevgera sîyasî ya Kurdî de, em binxêz dikin girîngîya lêhûrbûna li ser epîstemeyên demkî, neteweyî û kolonyal ku parçeyên esasî yên gotara feminîst a li MENAyê ne. Jinên Kurd ji sala 2011an vir de di demajoya avakirina binyadên demokratîk xweser de, li Rojava [Ewropa] û MENAyê wek qehreman û/an qurban hatin nîşandan û nîqaşkirin. Nîşandaneke wiha têkoşîna wan a çil salî ya ji bo rizgarîya neteweyî û wekhevîya zayenda civakî di tarîyê de dihêle. Ev, têkoşîna jinên Kurd ên şoreşger a li dijî kolonyalîzm, kapîtalîzm û neteweperwerîya bavsalar li derveyî dîrokê dihêle, û wê ji têkilîyên civakî yên li civakên MENAyê cihê digre. Tecrubeyên hatine jîyîn û faîlbûna tevgera jinên Kurd a li herêmê ya li jor qalkirî jî ji nav dibe.

Ne dîyardeyeke nû ye ku jin li sefên pêş ên şoreşê ne. Jinên ku di salên dawî yên 1970yî de dest pê kirin û di salên pêş ên 1990î û vir de di têkoşîna çekdar de cî digrin, bûne parçeyekî tekûz ê tevgera sîyasî ya Kurdan. Ji dozên din ên post-kolonyal û rizgarker, vê tevgerê, cîyên bi têkilîyên zayendî re elaqeder jî tê de, li hemû civakên MENAyê veguherîna civakî daye ber xwe. Wek parçeyê tevgereke mezintir, jinên Kurd sîyaseteke feminîst a radîkal kirine pratîkê, ku îdia dike ji bo civakên Kurd rêgezên bi temamî wekhevîxwaz ên xwe dispêrin azadîyeke dij-neteweperwerî, dij-dewletxwazî, dij-kapîtalîst û dij-bavsalarî cî bi cî bike. Pratîka wan a xweserîya demokratîk bi taybetî li Rojava/Rojhilata Bakur a Sûrîyeyê û Bakur (Rojhilat/Rojhilata Başûr ê Tirkîyeyê) pêk hat. Ev sîstema radîkal dikare bi beşdarîya yekser a civakê, di ser komunên lokal re bi komîte, konsey, kooperatîv û akademîyan, bê bimînakkirin. Di hemû sazîyan de sîstema hevserokatîyê ya jin û mêrekî, û kotaya zayenda civakî ya 40% heye. Jinên feminîst ji bo guherîneke demdirêj avakirina sazîyên nû yên perwerdeyî dane ser xwe. Herî dawî bi avakirina “malên jinan”, ji bo çareserkirina kêşeyên xwe dispêrin şideta zayenda civakî, navbeynkarî, û halkirina minaqeşeyan sîstemeke edaletê ya xwe-dîyarkirî hat cîbicîkirin.

Ligel şoreşa jinan a li Rojava, hin civakên MENAyê jî van demên dawî ji bo birêkxistina raperînên xwe yên şoreşger derketine kolanan. Di analîzkirina rola jinan a di van raperînan de, bi gelemperî çarçoveya analîza çalakger/akademisyenên feminîst ên MENAyê xwe dispêre mefhûmên netewe-dewletê -wek mînak, şoreşa Misrê an Sudanê. Çarçoveyeke bi vî rengî têkoşînên komên bêdewlet û xwecih ên wek Kurd, Êzdî, Filistînî, Dom, Ermen û Asûrîyên li herêmê li derve dihêle û/an marjînalîze dike. Bi gotineke din, ji ber ku tevgera jinên Kurd nakeve nav kategorîya dewletê, ev boçûna dewlet-navendî têra analîzkirina wê nake. Têkoşîna tevgerê xwe dispêre wê fikrê ku şideta binyadên netewe-dewletê yên li herêma MENAyê tê xurtkirin ji alîyê gotara bavsalar, împeryalîst, fundamentalîzma olî û kolonyalîst ku têkoşînên wan î neteweperwer dorpêç dike. Loma, tevger li dijî vê fikra netewe-dewletê derdikeve û angaşt dike ku bi cîbicîkirina çarçoveyeke teorîk a dij-neteweperwer, ku wek “xweserîya demokratîk” tê zanîn, ji dewletê dibore. Xweserîya demokratîk azadîya jinan wekî pêş-mercê azadîyê bi cî dike û ji bo îfadekirina fehmên serxwebûn û azadîyê, ji neteweperwerî û dewletxwazîyê dûrketî, awayên çalakîya sîyasî yên yekser, nûjen û spontane bi kar tîne.

Subjektîvîteyên kolonyal ên li MENAyê di bin kolonyalîzmê de şikil girtine, ked, çand, têkilîyên nav-kirdeyî, arezûyên xwetîyê, û hilberîna zanînê ji nû ve pênase dikin wek ku kolonîzer (mêtinger) -Ereb, Tirk, Faris- di ser Kurdan re bin. Kurd, nemaze jinên Kurd ji ber pozisyona wan a taybet, bi awayên curbicur û bi tebeqeyên cihê hatine marjînalîzekirin û bêdengkirin: li bin bana çar netewe-dewletên li MENAyê wek kirdeyên kolonîzekirî marûzî awayên şidetê yên hevbir (intersecting) dimînin. Ev subjektîvîteyên kolonyal, di têkilîyên wan î rojane de nifûzî hişmendî û têkilîyên civakî yên kolektîvên feminîst ên li MENAyê dikin. Wek jinên Kurd ên çalakger-akademisyen, em di wê bawerîyê de ne ku ev subjektîvîteyên kolonyal divê bên problematîzekirin û dekolonîzekirin di gotûbêjên feminîstan de ku xwe wek pêşverû dibînin. Ev sîyaseta feminîst a sêwirandî, ger têkilîyên desthilatdarîya hîyerarşîk, ku di van subjektîvîteyên kolonyal de veşartî ne, bên pejirandin û di pratîkên feminîst ên li MENAyê bên analîzkirin ancax dikare bê pêşvebirin. Em bawer dikin, ev ancax bi rêya hînbûna ji têkoşîna jinên marjînalîzekirî û xwecihên herêmê dikare bi ser keve. Ancax wê demê, wek jinên Kurd, êm ê êdî hewce nebînin ku xwe îsbat bikin li ber çavên hişmendîya MENAyê û di her kombûna feminîst a herêmî de hebûna xwe bi bîra wan bînin.

Armanca nivîsandina vê nivîsê ne ku em pratîka xwe ji kolektîvên feminîst ên MENAyê re rave bikin, ne jî em nîşanî wan bidin ka di tevgera jinên Kurd de çawa li ser meseleyên demkîbûn, neteweperwerî û mêtingerîyê bisekinin. Ev bêtir bangewazîyek e bo çalakger-akademisyenên seranserî herêmê ku li hemberî van meseleyên binyadî pozîsyona xwe ya tab’î ji nû ve di ber çav re derbas bikin. Mekanên nîqaşê lazim e ji mêtingerîyê bên rizgarkirin (decolonized) berîya ku bibin warê gotûbêjên berhemdar ku hemû tevgerên jinan ên herêmê bikaribin ji wan îstifade bikin. Em di wê bawerîyê de ne, heta ku li wir derbarê arîşeyên bingehîn ên di vê nivîsê de rêya nasîna tevgera jinên Kurd û dîyaloga bi wan re venebe, gotûbêjeke hilberîner û pêşverû ya derbarê şoreşên feminîst ên li MENAyê nikare pêk were. Loma pêşnîyaza me ew e ku em vê nîqaşê bidin destpêkirin da ku em bikaribin bixebitin li ser xurtkirina piştgirîya feminîst a neteweborî ku hemû taybetîyên me dihewîne, û têkoşînên me yên şoreşger ji derdor û texeyulên me yên nêzîk wêdetir dibe.

  • 1. Ev civîn ji alîyê komeke akademisyen hat li darxistin û ji alîyê Enstîtuya Lêkolînên Erebî, Enstîtuya Erebî ya Jinan a Zanîngeha Amerikî ya Libnanê, Komeleya Lêkolînên Rojhilata Navîn (Association for Middle East Women’s Studies (AMEWS), û Komeleya Lêkolînên Lubnanê hat.
ملحوظات: