Fahriye Adsay

Fahriye Adsay lîsansa xwe li Enqereyê li Zanîngeha Rojhilata Navîn a Teknîkî di beşa dîrokê de xwendiye. Li Zanîngeha Dicle, Diyarbekirê di Beşa Sosyolojiyê de û li Mêrdînê Zanîngeha Artûklûyê di Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de Master kiriye. Gelek berhemên di warê xebatên Kurdî û zanistên civakî de ji Îngilîzî bo Tirkî û Kurdî wergerandine. Kitêbek wê bi navê Yezidi Kadınlar: Kültürel Sınırların Edilgen Taşıyıcıları (Jinên Êzdî: Barhilgirên Pasîv ên Sînorên Çandî) di sala 2014an de ji nav weşanên Avestayê derket. Di navbera salên 2014-2015an de edîtoriya kovara rexne û teorîyê Zaremayê kir, ku bi Kurdî li Diyarbekirê derdiket.